hpg 3 kişiyi daha gözaltına aldı

Di operasyona li derdora gundê Hagapîl yê Dêrsim artêşa Tirk bi helîkopteran aliyê jor ê gund bombebaran kirin. Hat ragihand ku leşkerên Tirk rasterast gund gullebaran kirine. Hat zanîn ku di encamê de gundiyek hat binçavkirin û du kes jî wenda bûne.

Şevê din, demjimêr di 23.30 de artêşa Tirk li derdora gundê Hagapîl ê navenda Dêrsimê operasyon da destpêkirin. Hat zanîn ku gelek leşker veguhestin herêmê û herêm ji aliyê helîkopterên kobra ve hatin bombebarankirin.

Ji ber bombebaranê li herêmê şewata daristanê pêk hat û serê sibê dîsa bi helîkpoteran leşker birin herêmê. Serê sibê saet di 07.00'an de dîsa 2 helîkopteran dora gund a jor bombebaran kir. Leşkerên bi wesayîtên zirxî çûn gund raste rast derdor gulebaran kirin. Leşkeran li mala derveyî gund lêgerîn kir û xwediyê malê Cahît Nakiş binçavkir û ji 2 kesên bi navê C.A. û B.D. jî tu agahî nayê girtin.

Hate hînbûn ku leşker hêj li gund in û destûrê nadin tu kes nêzî malê bibe. Hate zanîn ku ji 2 kesên winda ê bi navê B.D. li kargeriya wî ya li taxa Mogultayê ya Dêrsîmê jî serdagtirin.

? vincenzo 08.06.2012 13:57 0

kes lan gundi

? fuko 08.06.2012 14:00 0