hpg 4 kişiyi gözaltına aldı

aredar û rêvebirên BDP'ê piştî îfadedayîna li dozgeriyê qediya bi angaşta 'Endamên rêxistinê ne' û bi daxwaza bên girtin sewqî dadgehê hatibû kirin, piştî nêzî nîv seat li dadgeha nobedar îfade dan, hatin girtin.

Di 7'ê Pûşberê de li Wan û navçeyên wê de operasyonek hatibû lidarxistin û di encamê de di nav de Şaredarê Wanê Bekîr Kaya jî hebû 14 kes hatibû binçavkirin. Duh 6 kes sewqî edliyeyê hatibûn kirin û Wanê Bekîr Kaya, Hevserokê berê ya BDP'a Wanê û parêzerê Buroya Hiqûqa Asrin Prz. Cuneyt Canîş û Şaredarê berê ya Elbakê yê ku ji aliyê Wezareta Karê Hundir ji kar hatibû girtin Îhsan Guler ji aliyê dadgehê hatibû girtin.

Serokê BDP'a Navçeya Bêgirê Mehmet Şîrîn Yildiz, Şanedarê Qelqeliyê Mûrat Dûrmaz, Serokê berê ya BDP'a Navçeya Elbakê û endamê KCD'ê Dervîş Polat, Şaredarê Artemêtan Abdûlkerîm Sayan, Serokê BDP'a Navçeya Çildêranê Metîn Adûgît, Serokê berê ya BDP'a Navçeya Erdîşê Velî Avci û Serokê BDP'a Navçeya Qelqeliyê Yakûp Almaç îro sewqî edliyeyê kirin. 7 kesên ku îfade dan dozgeriyê, bi angaşta 'Endamên rêxistinê ne' û bi daxwaza bên girtin sewqî Dadgeriya Nobedar a Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hatin kirin. 7 kesên ku sewqî dadgehê hatin kirin piştî îfadedayîna ku nêzî nîv seat dom kir bi hinceta "Ji ber çalakiyên partiyên siyasî û yên rêxistinî taybetmendiya piranî û berdewamî dihewîne" bi angaşta "Endamên rêxistinê ne" hatin girtin. Hate zanîn ku ji bo girtinan îfadeyên şahîdên nepen û hevdîtinên telefonan wekî delîl hatine nîşandin. Her wiha hate zanîn ku Şaredarê Artemêtan Abdûlkerîm Sayan parastin nekiriye.

BI SEDAN KES GIRTINAN ŞERMEZAR DIKIN

Dema biryara girtinan derket Parlementerê BDP'a Wanê Ozdal Uçer, Nazmî Gur, Şaredarê Eganîsê Veysel Keser, Şaredara Sixkê Nezahat Erguneş, rêvebirên BDP'ê û xebatkarên şaredariyê bi dirûşmên "Zextan me bêzar nake" biryarê şermezar kirin.

? vincenzo 11.06.2012 05:33 0