HPG’ê cerdevanan serbest berdan

HGP’ê di 18’ê gulanê de 6 cerdevanên li gundê Çeltîklî yê Bedlîsê girtibûn binçavan serbest berdan.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê ragihand ku hat fêmkirin ku têkiliya wan cerdevanan yekser bi bûyera ku 15 gerîlayên jin têde jiyana xwe ji dest dan re tune ye û diyar kir ku HPG’ê li ser esasê helwesta “erênî” ya xizmên cerdevanan û bangên saziyên demokratîk cerdevanan serbest derdan.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Di 18’ê gulanê de, li nêzî gundê Çeltîklî yê girêdayî navenda Bedlîsê, 6 cerdevanan ji ber îdîaya ku di bûyera 23’yê adarê ya li herêma Şêx Cuma ya Bedlîsê destê wan heye, ji bo lêpirsînê girtibûn. Di encama lêpirsînê de hat fêmkirin ev her 6 cerdevan beşdarî operasyona li herêma Şêxi Cuma bûne, lê belê beşdarî pevçûna navborî nebûne.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cerdevanên gundê Çeltîklî yên xizmên her 6 cerdevana bi komî çekên xwe danîne. Her wiha hat gotin ku HPG’ê li ser esasê helwesta “erênî” ya xizmên cerdevanan û bangên saziyên demokratîk cerdevanan serbest derdan.

Daxuyanî wiha didome; “Hewldanên hikûmet û artêşa TC (komara tirk) a faşîst a jib o pêşxistina şerê taybet ê li Kurdistanê û ji bo lewazkirina Têkoşîna Azadiya Kurdan ji nû ve pêşxistina cerdevantiyê zêde kiriye.” HPG’ê diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze bi pêşxistina cerdevantiyê û şerê taybet dubendî têxe nava gelê Kurd û banga hişyariyê kir. HPG’ê bang li hemû cerdevanan kir ku dest ji çekan berdin û destûr nedin ku dewlet wana weke amûr li hemberî gelê Kurd bi kar bînin.

Roja 29 gulan, sêşemê malbatên 6 cerdevanên ji li Bedlîsê ji aliyê gerîlayên HPG’ê ve hatin binçavkirin û piştre hatin girtin, li nunertiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Bedlîsê civînek çapemeniyê li dar xistin û banga serbestberdana cerdevanan kirin. Malbatan ragihand ku ew êdî nabin aliyek ê şer û got ku ew nema êdî çekan didin destê xwe. Ji xizmên cerdevanan Îdrîs Demîr, Abdullah Badûr, Cebbar Badûr û Huseyîn Mene, li nunertiya ÎHD’ê ya Bedlîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Nivîsa ji aliyê malbatan ve hatibû amadekirin, ji aliyê aktîvîstê mafê mirovan Hîkmet Fîdan ve hat xwendin û xwest ku xizmên wan serbest bên berdan.

? vincenzo 31.05.2012 04:27 0