KCK irademiz dışındaki tüm kararlar yok hükmündedir açıklamasını yaptı

Komîteya Siyasî KCK’ê der barê hevdîtinên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û cigirê wî Beşîr Atalay bi Herêma Federal a Kurdistanê re kirine de daxuyanî da û wiha got: “Hemû nîqaş û biryarên der barê têkoşîna azadiyê de ji derveyî îradeya gel û tevgera me tên dayîn, tune tên hesibandin.” KCK’ê ji aliyên têkildar daxuyanî xwest.

Komîteya siyasî ya KCK’ê daxuyaniyek nivîskî da û tecrîda giran ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hevdîtinên dawî yên rayedarên tirk, hewldanên CHP’ê û zextên dawî nirxandin.

Komîteyê wiha got: “Dewleta AKP’ê li hemberî gelê kurd dîktatoriya faşîst dimeşîne. Tasfiyeke pir salî, teslîmgirtin û polîtîkaya qikririnê pêk tîne. Rêber Apo 11 meh e bi parêzer û malbata xwe re hevdînan pêk nayne. Têkiliya wî bi hemû cîhanê re hatiye qutkirin. Şert û mercên esaretê roj bi roj li Îmraliyê giran dibe. Ev êrîş li hembesrî şkandina îradeya gelê me ye, tevgera me ye.”

AQUBETA ERDOGAN JÎ DÊ BIBE WEKÎ YÊN BERÊ

Di daxuayniyê de ev îfade cih girtin: “Hikûmeta AKP’ê bi awayekî topyekûn bi ser gelê kurd de diçe. Kurdistan bûye kampeke berhevkirî ya servekirî. Her roj bi rumeta gelê kurd tê lîstin. Erdogan li aliyekê biratiya sexte tîne ziman û li aliyê din jî her roj kurdan tehdît dike. Kesên ku ne alîgirên AKP’ê bin wekî mu mafê wî mirine tê dîtin. Ev qêrîna Erdogan bê çaretî ye. Ev di encama neçareseriyê de pêk tê. AKP û Erdogan dê bînin ku bi rumeta gelê kurd lîstin çiye, tunekirina rumeta gelê kurd çiye. Gelê kurd di dîroka têkoşîna xwe de, gelek serokwezîrên wekî Erdogan ku ketin xwîna gelê kurd, gelek fermandar û serokomar dîtine. Aqûbeta AKP’ê û ya Erdogan dê li dijî têkoşîna azadiya gelê kurd bibe mînakên wekê berê. Bila Erdogan vê yekê baş bizane ku dê zilm û zordarî bi ser nekeve.”

MUXATAB OCALAN E

Komîteya KCK’ê diyar kir ku yê ku tenê dibêje ‘pirsgirêka kurd tuneye’ ne tenê Dewlet Bahçelî ye û wiha domand; “Erdogan jî dibêje pirstgirêka çareser bûye. CHP qaşo pirsgirêka kurd çareser dike, ê ew jî pirsgirêka kurd qet hilnade devê xwe. AKP û CHP bi pirsgirêka terorê têne gel hev, bi tu awayî ji bo çareserkirina pirsgirêkê nayne cem hev. Ew ne ji bo çareserkirina pirskirêka kurd têne cem hev, ew dibên ‘Gelo em çawa PKK çareser bikin’ tên gel hev. Bi rastî ji heke bixwezin pirsgiêkê çareser bikin, divê bi zelalî navê vê pirsgirêkê lêb ikin; û bêjin ev pirsgirêk pirsgirêka kurd e. Heke li muxatab bigerin, muxatab diyar e. Rêber Apo ye. Ji derveyî Rêber Apo tu pirsgirêk nayê çareserkirin. Heke bixwazin pirsgirêkê çareser bikin divê vîna gelê kurd qebûl bikin. Heta xweseriya demokratîn neyê qebûlkirin, ne çareserî û ne jî aştî wê bê.

DAXUYANIYÊN ATALAY

Di demên dawî de wezîrê AKP’ê Beşîr Atalay got “hevdîtinên me bi PDK’ê re hene, Amerîka jî di nav vê hewldanê de heye. Xebatên ku bi PKK’ê çek bide danîn û çekên xwe teslîm bike jî tên meşandin.” Erdogan jî got; “Me bi Barzanî re hevdîtin kirin, ew jî dibêjin ku di Kongerya Neteweyî de difikirin ku çek bi PKK’ê bidin danîn.” Divê ku em li vir bi zelalî aşkera bikin ku biryarên ku ji devreyî tevgera me û gelê me werin girtin û nîqaşên li ser van biryaran bihikm in. Niha mafê gelê me yê ku li hemberî vegotinên hikûmeta AKP’ê ji aliyên ku bi wan re hevdîtin hatine kirin daxuyaniyekê bibihîzin jî heye. Beşîr Atalay û Erdogan, bi kîjan heq û hiqûqê, li ser navê kê dikarin ewqasî vekirî û aşkera biaxivin.

ŞANS Û XETERIYA PÊVAJOYÊ

Daxuyaniya komîteyê wihah berdewam kir: “Tirkiye hema bêje di pêvajoya herî krîtîk a dîroka xwe de derbas dibe. Di vê pêvajoya krîtîk de hem şans heye û hem jî talûke hene. Gelên kurd û tirk ên kul i hemberî faşîzm û nijadperestiyê ne, bi hevgirtina şoreşger, sosyalîstan dê têkoşîna zadî û demokrasiyê bigihîje armancê. Yyan na dê dîktatoriya zîhniyeta faşîst a AKP’ê dê êş û azaraên gelan zêdetir bike. Ji ber van sedeman em bang li hemû şoreşger, sosyalîst, kedkar û welatparêzqan dikin ki li hemberî dewleta AKP’ê bila têkoşîan xwe bilind bikin.”

? vincenzo 12.06.2012 04:46 0