Kesekî li bejahiya Gimgimê hatibû binçavkirin, girtin

Operasyona ku ji aliyê leşkeran ve di roja Yekşemê de li bejahiya navçeya Gimgima Mûşê hatî destpêkirin kesek hatibû girtin, piştî ku derxistin dadgehê hate girtin û şandin girtîgehê.

Serdar Gumgumê 18 salî ku li Fermandariya Cendirmeyan ya Navçeya Gimgimê binçavkirî bû, piştî muayeneyên li Nexweşxaneya Cendirmeyan ya Navçeya Gimgimê sewqî dozgeriyê hate kirin. Piştî îfadeyên li dozgeriyê Serdar Gumgum derxistin beramberî Dadger û biryara girtina Gumgum hate dayîn û şandin girtîgeha Mûşê.

Leyla Sonkur (22) û Ridvan Yavaş (22) ku di heman bûyerê de li bejahiya gundê Yilanli birîndar bibîn hêjan li Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê têne derman kirin.

? vincenzo 31.05.2012 04:25 0